SerekeSîyasî

Pêşmerge û hêzên koalîsîyonê li Maxmûrê opêrasîyona t’evayî dijî DAÎŞ-ê destpê kirine

Nava 48 seh’etên dawîda hêzên pêşmerga t’evî hêzên koalîsîyona navnet’ewî, opêrasîyona t’evayî derbaz kirine, wextê k’îjanê 15 ç’ekdarên DAÎŞ-ê nava ç’îyayê Qereçûxê û bajar’ê k’urdayî Maxmûrê kuştine. Derheqa wê yekêda fermandarê hêzên pêşmergaye li ser xeta Maxmûrê, Sîrvan Barzanî gotîye.Bi gotina seroketîya k’urda, li gelek neh’îyên Îraqê, bi t’aybetî li wan neh’îya, yên ku di navbera Hewlêrê û Beg’dayêda çawa yên bi hevr’a neqayîlkirîne, aktîvîya DAÎŞ-ye têr’orîzmê zêde bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button