SerekeSîyasî

Partîyayên k’urdên Sûrîyayê bona yekbûnê gihîştine qayîlîya e’wlin

Şêwira k’urdîye miletîyêye li Sûrîyayê û yektîya partîyayên k’urdaye li Sûrîyayê gihîştine qayîlîya bo yekbûnê. Ew yek li Hesekê derbaz bûye û hatîye e’lamkirinê,wekî hevr’axeberdan wê li ser h’îmê qayîlîya sala 2O14-ye li Dihokê berdewambin. Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mazlûm E’bdî pêşda li ser r’ûp’elê T’wîttêrê nivîsîbû, ku ew bi herdu alîya jî fir’nax dibin. Ewî dabû dîyarkirinê,wekî ew gumanin, ku ev qayîlî ser hevda bê û gar’antîya berjewandî û mafên cime’tê wê hebe.Nava yektîya partîyada, 25 partîya hene û ev yektî 2O-ê gulana sala 2O2O-î bona piştgirîya yektîya k’urda hatîye damezirandinê. ŞAY piştgirîya vê înîsîyatîvayê kirîye, xêncî wê yekê Herêma K’urdistanê piştgirîya yekbûna k’urdên Sûrîyayê kirîye. Bo vê yekê jî herdu alîya r’azalixî e’lamî serokê partîya Dêmokratîk Me’sûd Barzanî û serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî kirine. Xêncî wê yekê alîya r’azalixî e’lamî ŞAY-ê kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button