SerekeSîyasî

K’urda de’w kirîye, ku leşkerên r’ûs t’irka bidine sekinandinê

Li nêzîkî bajar’ê K’obanê li gundekî, k’urda protêstokirin derbaz kirîye. T’evbûyên protêstokirinê de’w kirine, ku alîyê r’ûsa dîna xwe bide kirinên T’irk’îyayê.Nêzîkî cîyê eskerê r’ûsa, gelek k’urd berev bûne.Ev yek r’ûê wê bûyarêda qewimî, wextê ku 23-ê h’ezîranê aparata t’irkaye bêpîlot malekê xist, r’ûê çida sê jin şih’îd k’etin.Hema ewê r’ojê jî fermandarîya Asaîşa k’urda bi e’lametîyêva pêşda hat û ew êrîşa dewleta T’irk’îyayê berk’ gunek’ar kir, T’irk’îya çawa okûpant /dagirkir/ nav kir û bangî R’ûsîyaê kir, ku ew borcê xwe biqedîne.Wek’îlên Asaîşê de’w ji ŞAY û R’ûsîyayê kirin, ku ew bangî Enqerê bikin, ku guhdarîyê bidine li ser qayîlnivîsara r’ûsa û t’irkaye meha adarêye derheqa agirbestêda.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button