SerekeSîyasî

Bêr’lînê yek û nîv mîlîyard yêvro bide Sûrîyayê û cînarên wê

Bi meremê milahîmkirina h’alê hûmanîtarîyî li Sûrîyayê û li welatên cînar, Almanîyayê mîlîyardek nîv yêvro başqe kirîye. Derheqa wê yekêda wezîrê Almanîyayêyî k’arênder Hayko Maas wextê vîdêokonfêransa donora gotîye, ya ku li Bryûsêlê derbaz bûye.Bi gotina wezîr Almanîya dice’dîne h’al bide milahîmkirinê û t’eşkîletên hûmanîtarî alîk’arîyê bidine li wan cîya. Bi gotina wî dinîya gerekê ç’e’vê xwe li ser wê yekê negire, ku li Sûrîyayê çi diqewime, dinîya nikare cime’ta Sûrîyayê wî cûr’eyî bihêle. E’mirê bi mîlîona meriva wê yekêva girêdaîye ku alîk’arî bi r’îya T’irk’îyayê û Îraqê bighîje li wir. Civaka navnet’ewî gerekê piştgirîyê bide welatên cînar, yên ku mihacirên Sûrîyayê li cem xwe xweyî dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button