SerekeSîyasî

Vîdêoa sênsasîyon, ya derheqa derbên t’irkaye avîyasîyon hindava cime’ta k’urde li Îraqê

Ev vîdêo 25-ê h’ezîranê hatîye k’işandinê, k’îjanêda encamên derbên t’irkaye ji hewê hindava cime’ta k’urde li Îraqê hatîye dîyarkirinê. Vîdêoyêda tê k’ifşê, ku çawa du zar’ok nava ç’emda dilîzin.Ew dik’enin û dilîzin,wextê ku dengekî qalin tê û t’op dik’eve nava avê, çend santîmêtra dûrî wan zar’oka.Malbet t’evlîhev dibe û dicêr’ibîne ji avê derk’eve.T’u kes zyanê nak’eve. Derheqa wê yekêda ajansa Frans24-ê r’agîhandîye.Ev bûyar berêvara 25-ê h’ezîranê qewimîye, wextê ku t’opa t’irka e’rebekê û dik’anê dixe.Vîdêo cara e’wlin ji alîyê malbetekêda hatîye belavkirinê.R’ojne’mevana ev vîdêo kontrol kirine û pê h’esîyane,wekî ew bi yek r’astî li wî gundî hatîye k’işandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button