SerekeSîyasî

Leşkerên r’ûsa êrîşa ç’ekdaraye li ser baza avîyasîyone li Xmêymîmê paşda dane

Mecalên R’ûsîyayêye ek’sîhewê 11-ê tîrmehê êrîşa ç’ekdaraye li ser baza R’ûsîyayêye avîyasyîone li Sûrîyayê, paşda dane. Derheqa wê yekêda admîral Alêk’sandr Şêrbîskî gotîye. Ewî daye dîyarkirinê,wekî wextê wê êrîşê zyan negihîştîye wan û baza R’ûsîyayê bi r’êjîma herr’ojeva dixebite. Mecalên R’ûsîyayêye ek’sîhewê du aparatên bêpîlot jorda anîne xwerê.Em bêjin,wekî ç’ekdar gelek cara dicêr’bînin êrîşa bibin li ser bazayên R’ûsîyayêye li Sûrîyayê. Aparatên ç’ekdaraye bêpîlot, ji neh’îya Îdlîbê r’adibine jor.Xêncî wê yekê, 11-ê tîrmehê du k’omên têr’orîsta êrîş birine li ser leşkerên Sûrîayêye li Îdlîbê û ew êrîş hatîye paşdadayînê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button