H’emû nûçeSereke

Ez t’evî welatîyên xweme û ez bona wana dua’ dikim: K’îm K’ardaşyan

Steyrka amêrîkîye têlêvîzîyonê K’îm K’ardaşyanê mîkrobloga xweda nivîsara xwe hiştîye, k’îjanêda derheqa bûyarên li ser sînorên ermenîa-azêrîya nivîsîye. “Adirbêcanê banga Organîzeya Net’ewên Yekbûîye derheqa agirbestêda t’er’ibandîye û êrîş birîye li ser Ermenîstanê, nenihêr’î wê yekê,wekî nexweşîya koronavîrûsê hela hê berdewam dibe. Binelîyên e’dil, gundên wan tên bombebarandinê û niha jî Adirbêcan gefa duxwe,wekî wê derbê bighîne stansîya Ermenîstanêye atomîyê”,-ewê nivîsîye.Ewê usa jî daye dîyarkirinê,wekî civaka navnet’ewî gerekê t’evî vê pirsêbe, mecalên sîyasî û dîplomatîk bide xebatê, ku h’alê sert bê şikênandinê û kuştî t’unebin. “Ez t’evî welatîyên xweme û bona wana dua’ dikim, yên ku li ser sînorin. Ez bang dikim, ku ev êrîş bêne sekinandinê”,- K’ardaşyanê nivîsîye. Ewê usa jî daye dîyarkirinê,wekî Kongrêsa Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî wê h’evtîya tê guhar’tina bikine nava pr’ojeya p’arastina miletîyê, bona ku piştgirîya leşkerîye bona Adirbêcanê bidine qedexekirinê, k’îjanê ew dikare dijî Ermenîstanê bide xebatê. “Ez bangî sênatora û parlamêntvana dikim, ku piştgirîyê bidine Ermenîstanê”,-nava nivîsarêda hatîye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button