SerekeSîyasî

P’areskerê ermenî derheqa êk’spansîyonîzma nêoosmanîda e’şaretîyê dide

P’areskerê ermenî, yê ser navê Nûbar Ozanyanê qehreman, yê li bakûr-r’ohilatê Sûrîyayê, derheqa r’ola T’irk’îyayêye nava doza di navbera ermenîya-azêrîyada dide k’ifşê û derheqa wê yekêda e’şaretîyê dide,wekî diqewime şer’ hebe, yê ku wê zyanê bide h’emû mileta. Nava e’lmetîyêda hatîye gotinê: “Ji 12-ê tîrmehêda Adirbêcan êrîşa dibe li ser gundên Ermenîstanêye nêzîkî sînor. Dijminatîya dîrokî û konflîkt berdewam dibe.Li piş konflîkta herdu welata, ya ku bi sala dik’işîne, h’ukumata AKP-ê sekinîye, ya ku ji provokasîya û gefxwerinên êrîşkirinê paşda nasekine”. P’areskerê ermenî li ser h’îmê gotinên serokê T’irk’îyayê Êrdog’an û wezîrê p’arastinê Hûlûsî Akar ew e’lametî belav kirîye, çimkî wana propaganda kirîye û gotîye,wekî xwîna birayên azêrî gerekê neyê r’êtinê. Nava e’lametîyêda usa jî hatîye dîyarkirinê,wekî Enqere li piş êrîşên Adirbêcanêye li ser Ermenîstanê sekinîye. Em bêjin,wekî p’areskerê ser navê Nûbar Ozanyan sala 2O19-a hatîye damezirandinê û ew beşeke şorişa li R’ojavayêye. Nûbar Ozanyan bi mêrxasî 14-ê t’ebaxa sala 2O17-a wextê şer’ê dijî DAÎŞ-ê li R’eqayê şih’îd k’etîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button