SerekeSîyasî

E’lametîya K’araylan girêdayî gavên yekbûnêr’a

Endamê komîtêya PKK-ê Mûrad K’araylan e’lam kirîye,wekî wextê p’evçûyînên li H’evtanînê, 236 leşkerên t’irka hatine kuştinê, 18 birîndar bûne, lê endamekî t’eşkîletê jî birîndar bûye û dîl k’etîye. Bi axavtina wextê progirama kanala têlêvîzîonêye Stêrkê, Mûrad K’araylan gotîye,wekî R’ojava bona k’urda t’abîke girînge, yên ku dêmokratîyayê dixwezin.Heger R’ojava bişkê, pêşk’eftina dêmokratîyayêye li Sûrîyayê wê îdî tiştê bûyînê nîbe, K’araylan gotîye û serd zêde kirîye, wekî şorişa Sûrîyayêye bakûr-r’ohilatêye t’ek-t’enê li ser dêmokratîyayê hatîye bingehkirinê. Bo wê yekê jî ev yek girînge û gerekê ji alîyê k’urdada bê p’arastinê. Bi vî cûr’eyî, nenihêr’î wê yekê, ku k’îjan alî li ser çi fikirêye, her kes gerekê ce’dandinên xwe bide xebatê, ku wê yekê bip’arêze. Nava doranên ce’dandinên yektîya partîyayên dêmokratîk û şêwira miletîyêda wê yekê gerekê h’esab hildin, çimkî yekbûn girînge. K’araylan daye dîyarkirinê,wekî T’irk’îya êrîşên xweye li ser şorişê bi van me’nîya dide zêdekirinê: “Ew êrîşên xwe zêde dikin, çimkî şoriş ne anegorî xwestina wane. Berê e’wlin k’urd gihîştine xweserk’arîkirina ot’onomî, ya duda qewînbûna dêmokratîyayê pêşda diçe, ya ku diha zêde dik’eve nava jîyana herr’oje, ya sisîya azaya jinêye û ew yek dijî r’êjîma AKP-ye, ku bi serk’arîya Êrdog’an dimeşe.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button