Hevserokên partîya Dêmokrasîya Gelaye berê Fîgên Yûksêkdag’ û Salh’edîn Dêmîrt’aş wê dîsa h’ebsêda bimînin.R’oja duşemê meh’kema Enqerê prosêsa meh’kemê derbaz kir û qirara dijî azakirina herdu sîyasetmedara belav kir.H’etanî niha e’yan nîne, ku prosêsa meh’kemêye dijî Yûksêkdag’ê û Dêmîrt’aş wê k’engê destpêbe, çimkî qirara gunek’arkirinê hê hazir nîne.Fîgên Yûksêkdag’û Salh’edîn Dêmîrt’aş çarê mijdara sala 2O16-a hatine girtinê. Ew yek hema wî çaxî bû, wextê ku gelek endamên partîya wan t’evayî hatine girtinê. Îlona sala derbazbûyî, qirara derheqa girtina herdu şuxulk’arada hate guhar’tinê.Feqet, bi înîsîyatîva serokê T’irk’îyayê Êrdog’an qirareke nû, ya derheqa girtina wanda hate qebûlkirinê.
Gotarên eynî
Ovêrçûk: Rûsîya li Moskvayê nava civîna Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîda hîvîya Paşînyane
26.04.2024, 12:45
Yêrêvan pêşnîyara Qazaxistanê ya ji bo lidarxistina civîna wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der dinirxîne
26.04.2024, 12:00
Hindistanê bersiva rexnekirinên ji Adirbêcanê daye, yên derheqa firotana sîlihaye bona Ermenîstanê
26.04.2024, 11:40
Herwiha kontr’ol bike
Close - Li Kirkûkê pêşangeha pirtûkan hat vekirin25.04.2024, 18:35