Li Îraqê r’ezedilvanên H’eşid Aş Şaabîyê cêr’ibandina derbazbûna endamên DAÎŞ-êye ji Sûrîyayê berbi Îraqê dane sekinandinê.Derheqa wê yekêda nava e’lametîya ajansa Baghdadtoday-da hatîye gotinê. Anegorî wê e’lametîyê hêzên H’eşid Aş Şaabîyê berbi wê avtomaşînê agir kirine, bi k’îjanê ç’ekdarên DAÎŞ-ê xwestine bik’evine Îraqê, lê piştî agirkirina, ew paşda vek’işîyane û dîsa çûne Sûrîyayê. Sala 2O17-a seroketîya Îraqê derheqa serk’eftina hindava DAÎŞ-da e’lam kiribû, lê bi alîk’arîya r’ezedilvana û koalîsîyîona navnet’ewî, paqijkirinên ç’ekdarên DAÎŞ-ê berdewam dibin.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close - Li Arsaxê her roj şaristanîya cîhanê tê tunekirin /wêne/19.04.2024, 15:45