SerekeSîyasî

Li Îraqê êrîş birine li ser du baza: amêrîkîya bi r’okêta ji welêt derdixin

Şeva duşemê û sêşemê, 28-ê tîrmehê t’eqînên bi qewata mezin li baza leşkerîye “Mecît At’ T’amîm”-ê qewimîne, li k’îderê him leşkerên îraqî û him jî yên amêrîkî cîwarbûyîne.Piştî wê yekê li ser têrîtorîya bazayê, agirpêk’etina qewat destpê bûye û paşê ew hatîye temirandinê. Anegorî înformasîyayên stendî, zyank’êş t’unene. Çawa ku kanala têlêvîzîonêye “Al Arabîya”-ê gotîye, baza leşkerî dane ber r’okêta û ew yek ji alîyê H’eşid Aş Şaabîyêda hatîye mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button