H’emû nûçe

Şeva 3O-31-ê tîrmehê azêrîya r’êjîma agirbestê çend cara t’er’ibandîye?

Li ser sînorên ermenîya-azêrîya şeva 3O-31-ê tîrmehê û usa jî îro şebeqê h’alê e’dil hatîye xweykirinê. Derheqa wê yekêda k’atiba pirêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye p’arastine Şûşan Stêp’anyanê e’lam kirîye.”Alîyê azêrîya r’êjîma agirbestê 14 cara t’er’ibndîye û berbi t’abîyên ermenîya 155 cara agir kirine.Berbi t’abîyên Aygêzorê, Çînarê, Aygêparê, Karmîrag’byûra Jêrin deh cara agir kirine, berbi t’abîyên Zangakatûnê, Yêlp’îyê sê cara, berbi t’abîyên Barzrûnîyê carekê agir kirine”,- nava malp’er’a xweye fêysbûkêda ewê nivîsîye.Em bîr bînin,wekî 12-ê tîrmehê seh’eta 12-a derbaz 3O-î deqe qulixçîyên azêrîyaye leşkerî cêr’ibandine bi avtomaşîna ÛAZ sînorê Ermenîstanêyî dewletê bit’er’ibînin. Piştî e’şaretîya alîyê ermenîya, leşkerên azêrî ew avtomaşîne hiştine û paşda çûne li ser t’abîyên xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button