
Eskerên dewleta t’irka û k’irêkirîyên wan, xirabk’arîyên xweye li bakûr-r’ohilatê Sûrîyayê berdewam dikin, li k’îderê ew dicêr’ibînin têrîtorîyayên mezin zeftkin. Nava encamên êrîşa r’oja yekşemê, binelîkî e’dil birîndar bûye. Ew gîhandine nexweşxanê. Duh dîsa leşkerên t’irka û k’irêkirîyên wan mînavêj dane xebatê û dor-berên bajar’ê Ayn Îsayê dane ber mîna.Nava encamên wê yekêda sê zar’ok birîndar bûne, yekî 12 salî, yekî 1O salî û yek jî 11 salî.