Hatîye r’agîhandinê,wekî partîyayên k’urdaye li K’urdistana Sûrîyayê êtapa duem, ya hevr’axeberdana destpê kirine.Ajansên înformasîyon, yên nêzîkî yektîya partîyayên dêmokratîk, derheqa wê yekêda r’agîhandine û dane dîyarkirinê wekî nava r’ojên dawîda îdî du cara hevdîtin derbaz bûne.Hatîye gotinê,wekî wextê r’asthatinê fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Mazlûm E’bdî, usa jî nevsên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye fermî û wek’îlên partîyayên R’ojavayê hazir bûne. Meremê van hevdîtina h’elkirina sîyasîye, usa jî gotûbêjkirina pirsên leşkerî û admînîstratîve.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close