
T’eşkîleta p’êwendîyên t’evî malbetên girtîyên h’ebsa Marmarayê (MAYUHAY DER)-ê r’aporteke nû derheqa wê yekêda belav kirîye, k’îjanêda hatîye gotinê,wekî li gelek h’ebsa mafê girtîya tê t’er’ibandinê. Hatîye dîyarkirinê,wekî îzina girtîya nadin bona saxlemîya xwe berbir’î doxtira bibin û r’ûê koronavîrûsêda îzinê nadin ku ew li cîyên t’omerî biqesidin. Hatîye dîyarkirinê, wekî girtî lap cuda kirine. H’etanî k’itêba jî ji wana distînin û paşda nadin.R’ojne’ma herr’ojeye Yeni Yaşam nadine wan. Nava wan qewilada ew r’astî dijwarîya tên. Heger ne’me jî bi zimanê k’urdî nivîsarbe, îzina şandina wana nadin.Xwerina girtîya jî gelekî nebaşe.







