SerekeSîyasî

Fransîyayê t’er’ibandina serbestîya Îraqêye ji alîyê T’irk’îyayêda gunek’ar kirîye

Wezîreta Fransîyayêye k’arên der t’er’ibandina serbstîya Îraqêye ji alîyê T’irk’îyayêda gunek’ar kirîye, wextê ku T’irk’îyayê li Herêma K’urdistanê bombebaran mîyaser kirine, nava encamên k’îjanada sînorxweykirên îraqî hatine kuştinê. “Fransîya girêdayî wê yekêr’a yazixîyê e’lam dike”,-wextê birîfîngê, wezîrê Fransîyayêyî k’arên der Jan Îv Lê Dryan gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî Fransîya qedirê serbestîya Îraqê digre û her t’er’ibandineke serbestîya her welatekî gunek’ar dike.Piştî vê êrîşa dawî, Bexdayê seredana wezîrê T’irk’îyayêyî p’arastinê, ya li Bexdayê ji r’ojevê da derxistinê û bi fermî de’w kir, ku T’irk’îya bombebarandina bide sekinandinê û hêzên xweye agrêsîv ji têrîtorîya Îraqê derxe.Em bêjin,wekî p’êwendîyên P’arîzê û Enqerê gelekî sarin.Fransîyayê hindava T’irk’îyayêda xwe li ser t’abîya agrêsîv girtîye û hazirîya xweye li beh’rê daye qewatkirinê, û piştgirîya Yûnanistanê dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button