SerekeSîyasî

Babak’r Zîbarî: ç’ekdarên DAÎŞ-ê êrîşên xweye li neh’îyên k’urda zêde dikin

Şêwirmendê serokê K’urdistanêyî leşkerî Babak’r Zîbarî gotîye BasNews-ê wekî k’omên DAÎŞ-ye têr’orîstî, şuxulk’arîya têr’orîstîye li neh’îyên k’urdaye ji bin kontrola Herêma K’urdistanê der didine qewatkirinê.Bi gotina wî meremê wan ewe, ku li van neh’îyên k’urda h’al bidine t’evlîhevkirinê û meriva cîguhastî bikin.Babak’r Zîbar usa jî gotîye,wekî têr’orîstên DAÎŞ-ê sunî û îraqîne û ew li van neh’îya beledin, bo wê yekê jî ew tên li wir.Ewî usa jî daye dîyarkirinê,wekî hinek têr’orîst û endamên DAÎŞ-ê ew e’rebin, yên ku ji Îraqa başûr hatine K’urdistanê û li wir cîwarbûne, bo wê yekê ew bi dijminatî nêzîkî k’urda dibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button