Eskerên R’ûsîyayê li r’ojavayê Sûrîyayê aparata t’irkaye bêpîlot jorda anîne xwerê, ya ku li ser bajar’ê k’urdayî K’obanêr’a difir’î.Derheqa wê yekêda merk’eza Sûrîyayêye mafên mêriv r’agîhandîye.Ew bûyar li gundekî nêzîkî K’obanê qewimîye, li k’îderê eskerên r’ûsa cîwarkirîne.Ev yek piştî r’ojekê qewimî, wextê ku dêlêgasîya eskerên r’ûsa li neh’îyên Aş Şûyûx û Albayê qesidîn.Binelîyên vê neh’îyê hîvî ji r’ûsa kiribûn, ku t’er’ibandinên t’irkaye li herêmê bidine sekinandinê û de’w kiribûn ku eskerên r’ûsa borcê xweyî bona p’arastina binelîyên sîvîle li vê neh’îyê biqedînin.Em bêjin,wekî 14-ê t’ebaxê eskerê t’irkaye li baza Cereblûsê bajar’ê k’urda bombebaran kiribûn.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close