SerekeSîyasî

Fûad H’usêyn û dêlêgasîya wî gihîştine Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî

Şeva derbazbûyî dêlêgasîya h’ukumata Îraqêye bi serk’arîya wezîrê Îraqêyî k’arên der Fûad H’usêyn gihîştîye Waşîngtonê.Hatîye r’agîhandinê,wekî Fûad H’usêynê r’astî k’atibê Ştatên Yekbûyî Mayk Pompêo bê û wê bona seredana serekwezîrê Îraqê Mistefa K’azimî hazirbe.Mistefa K’azimî wê 2O-ê t’ebaxê her’e Ştatên Amêrîkaêye Yekbûyî.Nava t’eşkîla dêlêgasîya wîda wê usa jî nevsên h’ukumata K’urdistanêye fermî hebin.Pêşda hatîye e’lamkirinê,wekî serekwezîrê Îraqê wê r’astî serokê ŞAY Donald T’ramp bê.Serokê admînîstrasîya serokê K’urdistanê Fewzî Herîrî wê nava t’eşkîla dêlêgasîya K’azimîda çawa wek’îlê K’urdistanêyî fermîbe. Xêncî Herîrî usa jî k’atibê şêwira K’urdistanêye wezîra Amank R’eh’îm, wek’îlê wezîreta pêşmerga û usa jî wek’îla h’ukumata K’urdistanêye li ŞAY Bayan Samî E’bdilr’ehman wê cîyên xwe bigrin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button