SerekeSîyasî

Babak’r Zîbarî: Bexda naxweze ku hêzên pêşmerga bik’evine K’rkûkê

Şêwirmendê serokê K’urdistanêyî leşkerî Babak’r Zîbarî gotîye,wekî h’ukumata Îraqê qayîl bûye ku hêzên pêşmerga û eskerê Îraqê li çend beşên K’urdistanê cîwarkin, lê t’enê ne li K’rkûkê.Ewî daye dîyarkirinê,wekî hevr’axeberdan di navbera wezîreta pêşmerga û eskerê Îraqêda bona sazkirina bazayên t’evaîye li K’urdistanê berdewam dibin, lê hela hê negihîştine qayîlîya dawî.Bi gotina wî, Bexda qayîl bûye ku pêşmerge paşda veger’ine li hinek neh’îya, yên mînanî Maxmûrê, Xaneqînê cêrge neh’îyên mayîn, lê nexwestîye ku pêşmerge her’ine K’rkûkê.Zîbarî gotîye,wekî wezîreta pêşmerga dixweze ku hêzên k’urda li baza K’rkûkêye K1-ê cîwarbin, lê eskerê Îraqê wê yekêr’a qayîl nîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button