
R’oja yekşemê dîtindarê leşkerî e’lam kirîye,wekî cêrga avtomaşînên amêrîkî bi t’êxnîka locîstîk ji Îraqê derbazî Hesekê bûye. Merk’eza Sûrîyaêye mafên mêriv daye dîyarkirinê,wekî cêrga avtomaşînên leşkerî û dîsa 4O avtomaşînên barbire mayîn bi t’êxnîka locîstîk hatîye Hesekê.Hatîye r’agîhandinê,wekî ew têxnîka lekşerî çûye baza Al Şedadîyê û bazayên leşkerîye mayîne li Hesekê.







