H’emû nûçeSereke

Cîgirê wezîrê R’ûsîyayêyî p’arastinê hatîye Ermenîstanê

Cîgirê wezîrê R’ûsîyayêyî p’arastinê, gênêral Andrêy Kartapolov, hatîye Ermenîstanê. Derheqa wê yekêda k’atiba pirêssyaê, ya wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Şûşan Stêp’anyanê e’lam kirîye. “Ewê wextê heytehola girtina leca bi navê ” Şer’k’arê aşîtîyê” hazirbe”,- Stêp’anyanê fêysbûkêda nivîsîye. Gênêral Andrêy Kartapolov wê r’astî t’eşkîla seroketîya wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê bê.Em bîr bînin,wekî leca navnet’ewîye bi navê “Şer’k’arê aşîtîyê” 23-ê t’ebaxê li bajar’ê qeza Tavûşêyî Dîlîcanê hatibû vekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button