H’emû nûçeSereke

Heger ew yek dîvêrsîya bû, wî çaxî “endamên k’omêye mayîn” çawa karibûn paşda vek’işin?

22-ê t’ebaxê, êvarê seh’eta 19-a derbaz 3O-î deqe lêytênantê ermenî Gûrgên Alavêrdyan bi meremê kontrolkirina t’abîyên leşkerî çûbû postekê, lê r’ûê qewilên hewêye xirabda r’îya xwe şaş kiribû.Diha dereng wezîreta Adirbêcanêye p’arastinê e’lam kir, wekî hêzên azêrîya “fermandarê k’oma ermenîye dîvêrsîyon” girtîye û pêr’a jî çawa “şe’detî” şikilên sîlih’ û k’incên r’engê r’eş r’aber kirine, k’îjana k’omên azêrîyaye mexsûm didine xebatê. Bi fe’mkirina wê yekê, wekî ew şikilên r’aberkirî t’u feyda nadin, alîyê azêrîya vîdêyo belav kir, k’îjanêda Alavêrdyan têk’stekê dixwîne, ku giva dixweze li Adirbêcanê bimîne. Tiştekî mayîn jî heye, ku şirovekirina r’ast nade, ya ku giva ji devê Alavêrdyan tê guhdarkirinê: “Dema ku em k’etine têrîtorîya t’abîya leşkerî, t’evlîhevbûn pêşda hat û em mecbûr bûn paşda vek’işin.Endamên k’oma minr’a li hev hat bir’evin, lê r’ûê mijêda minr’a li hev nehat r’ê bibînim û dîl k’etim…”. Heger ew yek dîvêrsîya bû, wî çaxî “endamên k’omêye mayîn” çawa karibûn r’ih’et paşda vek’işin û ne birîndarbin, ne jî zyaneke mayînk’evin? Nava t’or’a azêrîyaye sosîyalîda awqasî jî vê xêfiktîyê bawar nakin û dinivîsin, wekî Youtube-da zar’okên negihîştî vîdêoyên diha baş dik’işînin û montaj dikin, ne ku qulixdarîyên Adirbêcanêye mexsûs, yên ku ew yek fikirî bûn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button