SerekeSîyasî

T’irk’îyayê R’ûsîya bona t’eglîfkirina Şêwira Sûrîyayêye Dêmokratîke li Moskvayê bo hevraxeberdana r’exne kirîye

T’irk’îyayê R’ûsîya bona t’eglîfkirina li Moskvayê û derbazkirina bo hevraxeberdanaye t’evî Şêwira Sûrîyayêye Dêmokratîk, r’exne kirîye, çimkî ew h’esab dikin,wekî Şêwira Sûrîyayêye Dêmokratîk PKK-êva girêdayîye. Ewê usa jî bangî Moskvayê kirîye ku anegorî prînsîpên k’oma Astanayê bixebitin. “Em yazixîyê e’lam dikin, ku k’oma Şêwira Sûrîyayêye Dêmokratîk t’eglîfî li Moskvayê kirine û ew k’om ji alîyê seroketîya derecebilindda hatîye qebûlkirinê”,-nava e’lametîya wezîreta T’irk’îyayêye k’arên derda hatîye gotinê. Caba T’irk’îyayê hema wê r’ojê bû, wextê ku T’irk’îyayê dêlêgasîya bi serk’arîya cîgirê wezîrê k’arên der Sedad Onal girêdayî pirsên Lîbîyayê û Sûrîyayêr’a şande Moskvayê. Li wezîretê e’lam kirine, wekî T’irk’îyayê ev gav bona wê yekê avîtîye, bona ku wextê hevr’axeberdana fikira T’irk’îyayê li wir bê e’lamkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button