H’eyştê îlonê dêlêgasîya h’ukumata Herêma K’urdistanêye derecebilind çûye Bexdayê, bona ku hevr’axeberdanên girêdayî pirsên hevr’aqayîlnekirîr’a berdewamkin. Hevr’axeberdanên dêlêgasîyayêye bi serk’arîya cîgirê serekwezîr Qubad T’elebanî wê h’îmlî li ser pirsên byûcêyê û pirsên neftê berdewambin. Piştî seredana serekwezîrê Îraqêye li Waşîngtonê, eva hevdîtina dêlêgasîyayêye e’wline û li Waşîngtonê hîvî kiribûn,wekî bona hevr’aqayîlnebûnên di navbera Hewlêrê û Bexdayêda h’elkirinê bibînin.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close