H’emû nûçeSereke
Li Ermenîstanê cara e’wlin jinê seroketîya întêrpolê bike
Anegorî e’mirnivîsara serokê polîsîya Ermenîstanê,Narînê Hakobyan çawa seroka byûroya întêrpolêye miletîyê hatîye k’ifşkirinê.Eva cara e’wline, wextê ku li Ermenîstanê jin seroketîya întêrpolê dike.Em bêjin, wekî ji sala 2O13-da, Narînê Hakobyan qulixa serk’ara beşa întêrpolêye înformasîyonda bûye. Ew sala 198O-yî ji dayîk bûye. Întêrpolêda ewê qulixên cuda-cudada k’ar kirîye. Narînê Hakobyan bi mêdalên polîsîya Ermenîstanê û îdarên mayînva hatîye xelatkirinê.