SerekeSîyasî

Organîzeya Net’ewên Yekbûyî: nêzîkaya di navbera Bexdayê û Hewlêrêda me şa dike

Wek’îla k’atibê Organîzeya Net’ewên Yekbûîye li Îraqê û serk’ara mîsîya organîzeyêye li Îraqê, Janîn Hênîs Plasşêrtê gotîye, wekî nêzîkaya di navbera Hewlêrê û Bexdayêda me dide şakirinê. Ewê heleqetîyên nihaye di navbera herdu alîyada qîmet kirîye. Bi xeberdana derheqa hilbijartinên li Îraqê, Janîn Hênîs Plasşêrtê gotîye,wekî hilbijartin gerekê nava atmosifêra zelalda derbazbin.Ewê gotîye,wekî ewê jî bice’dînin ku t’evbûnên başqe t’unebin û tiştê girîng ewe, ku de’wek’arîyên şikyatkira bêne qedandinê. Derheqa p’êwendîyên Hewlêrê û Bexdayêda , Plasşêrtê îzbat kirîye wekî pirsgirêk bêyî konstîtûsîyayê nikarin bêne h’elkirinê. “Em bangî alîya dikin ku h’emû pirsgirêka li ser h’îmê konstîtûsîyayê h’elkin”,- Plasşêrtê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button