H’emû nûçeSereke

Hejmara zyana azêrîya dîsa zêde bûye:dîsa h’elîk’op’t’êrek, sê tank û h’evt diron hatine lêxistinê

Hejmara zyana azêrîya dîsa zêde bûye, h’elîk’op’t’êrek, sê tank, du h’eb têxnîka înjênêrîyêye zirih’kirî û h’evt diron hatine lêxistinê. Derheqa wê yekêda, li Arsaxê, wextê r’asthatina t’evî r’ojne’mevana, borcbirê serwêrê beşa wezîreta Arsaxêye p’arastinêye înformasîyon Sûrên Sarûmyan gotîye. “Bi t’omerî hildayî, niha îdî çar h’elîk’op’t’êrên azêrîya, 33 tank û maşînên zirih’kirî, 27 diron û du maşînên înjênêrîyêye zirih’kirî hatine şewitandinê”,- Sarûmyan gotîye. Çawa caba wê pirsê, ku ew înformasîya derheqa wê yekêda ku giva azêrîya bilindayî hildane, yan na, Sarûmyan gotîye, wekî cêr’ibandina wî cûr’eyî hebûye, lê ew gir niha bin kontrola ermenîyadane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button