H’emû nûçeSereke

Adirbêcanê careke mayîn teyarên t’irkaye F-16-e r’akirine hewê:Hovhannîsyan

Li bakûrê Arsaxê dijmin aktîve. Derheqa wê yekêda wek’îlê wezîreta p’arastinê Arsrûn Hovhannîsyan gotîye. Hêzên Adirbêcanêye hewê derbên avîyasîyon dighînine alîyê Arsaxêyî bakûr û dironên t’irkî tên xebitandinê. Teyarên T’irk’îayêye F-16-e nava hewêdanin. Hêzên dijmin nak’evine zona mecalên ermenîyaye p’arastina hewê. R’okêtên hewa-e’rd tên xebitandinê.Xeberdanên pîlotaye bi zimanê t’irkî hatine qeydkirinê.Em bîr bînin ji þebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê ÿrîþa berfire bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye.Anegorî înformasîyayên dawî, r’ûê agirkirinên azêrîyada 80 leşker û sê binelîyên sîvîl şih’îd k’etine.Li alîyê ermenîya nêzîkî 2OO birîndarî hene. Derheqa zyana Adirbêcanêye merivada înformasîyayên fermî t’unene, lê alîyê ermenîya e’lam dike, wekî zyana azêrîya usa geleke, ku nikarin himbrî ya ermenîya bikin. Anegorî înformasîyayên stendî, Adirbêcanê 74 aparatên bêpîlot /diron/, h’evt h’elîk’op’t’êr, 137 tank û têxnîka zirih’kirî, teyarek û 82 mecalên transportê unda kirine. Li Arsaxê û li Ermenîstanê h’alê leşkerî û mobîlîzasîya hatîye e’lamkirinê. 29-ê îlonê hêzên azêrîya usa jî neh’îya Ermenîstanêye Vardênîsê kirine nîşangeh. R’ûê agirkirina aparata azêrîyaye bêpîlotda, ot’obûsek şewitîye û binelîkî sîvîl wefat bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button