H’emû nûçeSereke

R’ojne’mevan nîşangeha leşkerî nînin: Ornganîzeya Navnet’ewî Adirbêcan gunek’ar kirîye

Organîzeyê bangî seroketîyên herdu welata kirîye ku bêqezîyabûna r’ojne’mevana bidine gar’antîyakirinê. Organîzeya Navnet’ewîye r’ojne’mevanên bêsînor, r’ûp’elê xweyî Twittereda, Adirbêcan bona wê yekê gunek’ar kirîye, ku alîyê azêrîya bi aparata bêpîlot dane peyî r’ojne’mevanên ermenî. “R’ojne’mevan nîşangehên leşekerî nînin. Dironê daye peyî r’ojne’mevanên Têrt.am-ê, yên ku li gundekî bûyarên Qerebag’ê r’aber dikirin”,- nava e’lmetîyêda hatîye gotinê. Organîzeyê bangî Adirbêcanê û Ermenîstanê kirîye, ku bêqezîyabûna r’ojne’mevana bidine gar’antîyakirinê. Em bîr bînin,wekî ew bûyar li Arsaxê qewimîbû, lê zyank’êş t’unebûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button