H’emû nûçeSereke

Me’nî, yên ku wê dijmin a’cizkin: Arayîk Harût’yûnyan

H’alê li ser xeta pêşin serokê Arsaxê Arayîk Harût’yûnyan r’aber dike. “Li ser p’arên sînor guhar’tinên k’ifş t’unene. Ji Omarê destpêkirî h’etanî Erez, h’îmlî li Omarê, Yêg’nîka, Matag’îsê, li deşta Erez û Fîzûlîyê opêrasîyonên aktîv derbaz bûne. Me zyan dîtîye, dijmin jî zyanê k’etîye. Zyana dijmin çend bare zêdeye”,-Arayîk Harût’yûnyan gotîye. “Ez e’cêvmayîme, wekî seroketîya Adirbêcanê çi cûr’eîye, ya ku çi cûr’eyî li wan seda cinyaza dinihêr’e. Ew li alîyê ermenîya mane”,-serokê Arsaxê gotîye. Bi xeberdana derheqa t’evbûna T’irk’îyayêda, Arayîk Harût’yûnyan gotîye, wekî ew yek badîhewa nîne, û ew yek nava çend meha, yan jî salada saz bûye. Bi gotina Harût’yûnyan, xerîta r’îya T’irk’îyayêye pant’yûrk’îzmê wê pêşer’ojêda bê r’aberkirinê. “Ez dixwezim bêjim, wekî ewê a’cizbin, çimkî cime’ta me qehremane, ya ku hazire boy welat bibe cangorî”,-Harût’yûnyan gotîye. “Li cem me leşkerekî 18-salî heye, yê ku pêr’a gîhandîye neh heb têxnîka zirih’kirî xirabke, çimkî hene hevalên leşker, yên ku nava du r’ojada sê tankên dijmin ji wan stendine û ew tank dîsa dijî dijmina dane xebatê, çimkî hene welatîyên me, yên ku h’emû mecalên xwe dane xebatê û zyan gîhandine dijmin, paşê xwe û dijmin t’eqandine.Çimkî hene welatîyên me, yên ku nava seh’etada jîyana xweye li Avropayê hiştine, veger’îyane welatê xwe, ku welatê xwe bip’arêzin. Çimkî em k’irêkirîya nager’in û paşê wana li serê xwe nakine bela”,- serokê Arsaxê gotîye. “Arsax t’u cara dagir nekirîye û wê dagir neke”,-serokê Arsaxê serda zêde kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button