H’emû nûçeSereke

T’unekirina qewatên Adirbêcanêye sîlih’kirî berdewam dibe / vîdêyo/

K’atiba prêssayê, ya wzîreta Ermenîstanêye p’arastinê vîdêoyek belav kirîye, k’îjnêda tê k’ifşê, ku piştî opêrasîyonên hêzên ermenî çi diqewime.Adirbêcan qewatên xweye sîlih’kirî unda dike. E’lametîya wî cûr’eyî k’atiba prêssayê, ya wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Şûşan Stêp’anyanê malp’er’a xweye fêysbûkêda e’lam kirîye. Em bîr bînin ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfire bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye.Anegorî înformasîyayên dawî, r’ûê agirkirinên azêrîyada 103 leşker û şeş binelîyên sîvîl şih’îd k’etine.Li alîyê ermenîya nêzîkî 2OO birîndarî hene. Derheqa zyana Adirbêcanêye merivada înformasîyayên fermî t’unene, lê alîyê ermenîya e’lam dike, wekî azêrîya zîyana weke h’ezar merivî daye.Anegorî înformasîyayên stendî, Adirbêcanê 9O aparatên bêpîlot /diron/, 11 h’elîk’op’t’êr, 185 tank û têxnîka zirih’kirî, 3 teyare unda kirine. Li Arsaxê û li Ermenîstanê h’alê leşkerî û mobîlîzasîya hatîye e’lamkirinê. 29-ê îlonê hêzên azêrîya usa jî neh’îya Ermenîstanêye Vardênîsê kirine nîşangeh. R’ûê agirkirina aparata azêrîyaye bêpîlotda, ot’obûsek şewitîye û binelîkî sîvîl wefat bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button