H’emû nûçeSereke
Alîyê ermenîya 54 leşker dîsa unda kirine
Alîyê ermenîya dîsa 54 leşker unda kirine. Înformasîya derheqa wê yekêda cîgirê fermandarê eskerê p’arastina Arsaxê, Art’ûr Sargsyan r’aberî r’ojne’mevana kirîye. “Hejmara birîndara tê r’astkirinê. Mixabin, birîndar gelekin”,- Art’ûr Sargsyan gotîye.Çawa caba wê pirsê, ku gelo p’evguhar’tina cinyaza nayê kirinê, Sargsyan gotîye, wekî bona wê yekê agirbesta we’delû lazime, ya ku niha t’une.Bi gotina wî, îşev azêrîya t’êknîka başqe daye xebatê û r’ûê wê yekêda cangorî hene.Feqet, şev h’al gelekî sert nîbûye, nenihêr’î wê yekê, wekî azêrîya t’emamîya şevê artîlêrîya daye xebatê. “Anegorî destnivîsara xwe, dijmin gund û bajar’ t’opbaran kirine, bi t’aybetî Martûnî, Martakêrt, Hadrût'”,- Sargsyan gotîye.