H’emû nûçeSereke

Bajar’ê Stêp’anakêrtê xistine: qulixdarîya xilazkirinê zyanê k’etîye, birîndar hene: foto

Wek’îlê wezîreta Ermenîstanêye p’arastinê Arsrûn Hovhannîsyan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye,wekî azêrîya p’ayt’exta Arsaxê-Stêp’anakêrtê xistîye. “Li Stêp’anakêrtê zyana sîstêmên sîvîl heye, birîndar jî hene.Qulixdarîya xilazkirinê zyanê k’etîye”,-ewî nivîsîye.Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê, Adirbêcanê êrîşa berfire bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye.Anegorî înformasîyayên dawî, r’ûê agirkirinên azêrîyada 158 leşker û h’evt binelîyên sîvîl şih’îd k’etine.Li alîyê ermenîya nêzîkî 2OO birîndarî hene. Derheqa zyana Adirbêcanêye merivada înformasîyayên fermî t’unene, lê alîyê ermenîya e’lam dike, wekî li alîyê azêrîya 175O-î kuştî û 27OO birîndar hene. Anegorî înformasîyayên stendî, Adirbêcanê 1O7 aparatên bêpîlot /diron/, 1O h’elîk’op’t’êr, 2O5 tank û têxnîka zirih’kirî, pênc teyare, du stansîyayên r’okêtaye ” Smêrç” û sê sîstêmên “TOS” unda kirine. Li Arsaxê û li Ermenîstanê h’alê leşkerî û mobîlîzasîya hatîye e’lamkirinê. 29-ê îlonê û yekê cotmehê, hêzên azêrîya usa jî neh’îya Ermenîstanêye Vardênîsê kirine nîşangeh. R’ûê agirkirina aparata azêrîyaye bêpîlotda, ot’obûsek şewitîye û binelîkî sîvîl wefat bûye. Binelîkî sîvîl jî li qeza Gêg’ark’ûnîkê bûye cangorî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button