H’emû nûçeSereke

Ji alîyê azêrîyada şer’ bi zimanê e’rebî tê serk’arîkirinê: wzîreta Arsaxêye p’arastinê

Cîgirê fermandarê eskerê p’arastina Arsaxê, Art’ûr Sargsyan wextê hevdîtina t’evî r’ojne’mevana, e’lam kirîye wekî li cem ofîsêrekî azêrîyayî kuştî r’adyoya îsraêlî hatîye dîtinê û paşê zelal bûye, wekî bi r’adyoyê şev bi zimanê e’rebî tê serk’arîkirinê. “R’adyoya destê ofîsêrê kuştîda, ya îsrayêlîye T’adîraye.Wekî mayîn hûn bifikirin”,- Sargsyan gotîye. Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfire bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye.Anegorî înformasîyayên dawî, r’ûê agirkirinên azêrîyada 158 leşker û h’evt binelîyên sîvîl şih’îd k’etine.Li alîyê ermenîya nêzîkî 2OO birîndarî hene. Derheqa zyana Adirbêcanêye merivada înformasîyayên fermî t’unene, lê alîyê ermenîya e’lam dike, wekî li alîyê azêrîya 128O kuştî û 27OO birîndar hene. Anegorî înformasîyayên stendî, Adirbêcanê 91 aparatên bêpîlot /diron/, 12 h’elîk’op’t’êr, 181 tank û têxnîka zirih’kirî, pênc teyare, du stansîyayên r’okêtaye ” Smêrç” û sê sîstêmên “TOS” unda kirine. Li Arsaxê û li Ermenîstanê h’alê leşkerî û mobîlîzasîya hatîye e’lamkirinê. 29-ê îlonê û yekê cotmehê, hêzên azêrîya usa jî neh’îya Ermenîstanêye Vardênîsê kirine nîşangeh. R’ûê agirkirina aparata azêrîyaye bêpîlotda, ot’obûsek şewitîye û binelîkî sîvîl wefat bûye. Binelîkî sîvîl jî li qeza Gêg’ark’ûnîkê bûye cangorî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button