Sereke

Aşot P’aşînyan bi r’ezedilîya xwe çû gihîşte r’ezedilvana

Hema hêja li merk’eza leşkerîye sereke min navê xwe da nivîsarê. Derheqa wê yekêda r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda kur’ê Nîkol P’aşînyanê serekwezîr Aşot P’aşînyan nivîsîye. “Hevalên min yên qulixê, dema me hatîye, ku em qulixa xwe bidine welêt”,-Aşot nivîsîye. Me çawa dabû dîyarkirinê, fermandarê sereke, serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan bi banga xweva berbir’î wan genca bûye, yên ku nava sala dawîda qulixa xweye leşkerî ser hevda anîne. “Ez bi t’aybetî berbir’î wan xorta dibim, yên ku nava vê sala dawîda qulixa xweye leşkerîyê xilaz kirine, çimkî anegorî qanûna me îzin t’une, ku wextê şêr’ jî wan xorta bibin şêr’, yên ku nava sala dawîda qulixa xweye leşkerî xilaz kirine.”Ji vî çaxîda destpêkirî bila ew xortên nava sala dawîda qulixa xweye leşkerî xilaz kirine, bêyî berevbûnên mezin her’ine komîsarîyata leşkerîye merk’ezî.Ewên ku ji leşkerîyê k’incê xweye leşkerî birine malê, bila carekêr’a bi wan k’inca bên. Çi pirsên ku pêþîya wene, wê ji alîyê fermandarîyêda bêne t’eşkîlkirinê.Hinekên ji we jî wê xeleqên qumandarîyê sazkin. Gilî ne t’enê derheqa qulixêdane, lê derheqa şer’ê jîyîn û mirinêye.Ez bawarim, wekî emê t’evayî bikaribin vî şer’î alt’ bikin û bighîjine serk’eftinê.Lawikno, ez gumana xwe didim li ser we, we h’emûya h’iz dikim, bi weva fir’nax dibim û li ber we ta dibim”,-P’aşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button