Sereke

Wextê ku hêzên azêrîya dihincirînin, ew berbi sînorê Îranê direvin: Hovhannîsyan

Eskerê parastina Arsaxê mecaleke baş dîtîye û sê pareskerên Adirbêcanê dane ber topa, bi temamî hincirandin e, bi temamîya têknîka leşkerî û leşkerava.Wextê qisa tevî rojnemevana, wekîlê wezîreta Ermenîstanêye parastinê li parlamêntê gotîye. “Dijmin 6O kuştî deşta şêrda hiştîye, lê yên mayîn hê femdarî nîne ku halekî çawadanin. Li deşta şêr’ gelek têknîka zirihkirî, yên ne saz û yên saz jî maye”,- Hovhannîsîyan gotîye. Bi xeberdana derheqa pirsa sînorê Îranêda, ewî gotîye,wekî îro îdî gotine ku topraxa Îranê bin qezîyayêdane. Hovhannîsyan gotîye, wekî ew şaye ku Îran wê yekê texmîn dike û gava diavêje.Bi gotina wî, ji bûyarên pêşda eyane,wekî wextê ku hêzên azêrîya dihincirînin, ew berbi hidûdê Îranê direvin.Çi ku derheqa sînorê ermenîya-azêrîyadane, hal li wir, li cîhên mayîn edile.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button