Sereke
Li Moskvayê hevdîtina wezîrên Ermenîstanê, Adirbêcanê û Rûsîyayêye karên der, girêdayî pirsa Qerebagêra, destpê bûye
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Zohrab Mnasakanyan li Moskvaê ye. Şêwirdarîyên dora pirsa Qerebagê, yên wezîrên Ermenîstanê, Adirbêcanê û Rûsîyayêye karên der destpê bûne.Berdewka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anna Nagdalyanê elam kiribû, wekî anegorî banga serokê Rûsîyayê, pirsa sekinandina opêrasîyonên leşkerî nava rojevêda ye, bi armanca hûmanîtarî, bo ku cinyaza û dîlketîya pevbiguhêrin.