Cêrga avtomaşînaye ku leşkerên dijmin cîguhastinî dikirin, hatîye tunekirinê /vîdêyo/
Eskerê Komara Arsaxêye parastinê vîdêyoya nû belav kirîye, kîjanêda tê kifşê ku çawa avtomaşînên dijmine bi têknîka leşkerî û usa jî yên ku leşkera cîguhastî dikin, tên tunekirinê.
Em bîr bînin, wekî ji şebeqa 27-ê îlonê , Adirbêcanê êrîşa berfireh bi dirêjaya sînorê arsaxîya-azêrîya destpê kirîye. Anegorî hesabên nehe cotmehê, seheta 11:OO, rûyê agirkirinên dijmin da 35O leşker û 19 binelîyên sîvîl bûne cangorî. Li alîyê ermenîya nêzîkî 2OO birîndarî hene. Derheqa ziyana Adirbêcanêye meriva da înformasîyayên fermî tunene, lê alîyê ermenîya elam dike, wekî li alîyê azêrîya 4369 kuştî û 5000 birîndar hene. Anegorî hesaben dawî, qewatên Adirbêcanêye sîlihkirî 17 teyare, 16 helîkoptêr, 162 diron, sê TOS-1 “Solnsêpêk, 4 sîstêmên artîlerîyayê “Smêrç”, 5O8 tank û maşînên zirihkirî unda kirine.
29-ê îlonê û 1-ê cotmehê hêzên azêrîya berbi Ermenîstanê jî agir kirine. Bi taybetî Vardênîs û Masrîka Mezin kirine hedef.