Sereke

Helkirina pirsgirêka Qerebagê gerekê pêşda bona Qerebagê ya qebûlkirinê be: Dêra Rûsîyayê

Tirkîya gerekê tevî dew û doza Qerebagê nebe.Derheqa wê yekêda nava weşana kanala têlêvîzîyonêye “Rosîya 24”-da pêşîkêşê ruhanî, yê Rûsîyayêyî Volokolamskê Îlarîyon gotîye. Bi gotina wî, dêra Rûsîyayê bangî alîyên nava dew û dozê dike, ku dora sivira hevraxeberdana rûnên û pirsgirêka Arsaxê gerekê bi rîya edil bê helkirinê.
“Gerekê şêr bidine sekinandinê, terka xûnrêtinê bidin û helkirinên sîyasî bigerin.Ew yek jî girînge ku qewatên sisîya tev nebin.Em niha elametîyên Tirkîyayê dibihên, lê Tirkîya dew û dozêva girêdayî nîne û gerekê pêva girêdayî nîbe”,- Îlarîyon gotîye. Bi gotina wî ew yek gelekî girînge, ku rêberên Ermenîstanê û Adirbêcanê bona hemû alîya helkirina qebûlkirinê bibînin û berê ewlin bona cimeta Qerebagê

Zêdetir nîşan bide
Back to top button