Sereke

36 cangorîyên sîvîl, 115 jî birîndar: parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv /vîdêyo/

Anegorî hesabên niha nava binelîyn sîvîlda 36 cangorî û 115 birîndar hene. Derheqa wê yekêda parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv Artak Bêlgaryan li ştaba Arsaxêye înformasîyon gotîye.
“Ji wan 36 binelîyên sîvîl li cîhîyên jîyîna xwe hatine kuştinê.Dêmek ew hîvîya wê yekê nîbûne û bi nezanebûn bûne hedef”,-Artak Bêglaryan gotîye. Bi gotina Bêglaryan, bi hesabhildana derbên azêrîyaye rast, şikberî gelekî hindike, ku ew şaş bûne û em tên ser wê fikirê, wekî azerî bi zanebûn binelîyên sîvîl dixin.
Bêglaryan elam kirîye, wekî ewî îdî du raport û elametîyên cuda-cuda, nava wanda usa jî raporteke girtî, ya derheqa nêzîkbûna barbarîyen hindava leşkerên ermenî û binelîyên sîvîl raber kirine.Bêglaryan usa jî derheqa zyana matêrîyalîye mezinda raber kirîye. Bi gotina wî, piştî elamkirina agirbesta hûmanîtarîye dehê cotmehê, Adirbêcanê dîsa derb gîhandine gund û bajarên edil, rûyê kîjanada heyşt binelîyên sîvîl hatine kuştinê. Nava du rojên dawîda şeş binelîyên sîvîl birîndar bûne, sisê li gundê Şoşê, sisê jî li Stêpanakêrtê. Hêzên Adiribêcanê usa jî bi zanebûn êrîş birine ser fabrîkayên sîvîl.
“Ji torên sosîyalî em pê dihesin ku çawa bi cûrê nemerivatî leşkerên azêrîya nêzîkî cinyazên leşkerên ermenî û dîlên ermenî dibin”,- Bêglaryan gotîye.
Bi lêkolînkirina vîdêyoya derheqa kuştina dîlên ermenîye leşkerî, pêşezana gotîye, wekî vîdêyo ya rast e “,- Bêglaryan gotîye û daye dîyarkirinê, wekî ev yek gerekê ji alîyê olka mafparêzada bê gunehkarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button