Sereke

Xeberdana derheqa helkirina pirsgirêkêye bi rêya dîplomatî niha bêfikir e: Paşînyan

Nava vê êtapêda bêfeyda ye derheqa helkirina dîtplomatîda xeberdin. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serekwezîr fêysbûkêda nivîsîye.
“Gerekê em zelal fem bikin, wekî pirsa Qerebagê nava vê êtapêda û ji êtapa mayîn destpêkirî wê wedekî dirêj bi dîplomatî hel nebe.Hemû pêşnîyar ku gerekê pirsê bi rîya dîplomatî helkin, gerekê çawa gava avîtî hesabkin”,- serekwezîr gotîye. Bi gotina wî,alîyê ermenî gelek cara gotîye,wekî pirsê gerekê bi cûrê berhevdaxustina helkin û alîyê ermenî hazir e.
Bi gotina Paşînyan pratîka dide kifşê,wekî çi ku bona alîyê ermenî tiştê qebûlkirinêye, bona alîyê azêrîya yê qebûlnekirinêye.Ev yek dide kifşê, wekî nava vê êtapêda bi rîya dîplomatî pirsgirêkê nikarin helkin.Paşînyan soz daye ku paşê wê derheqa wê yekêda xeberde ku kengê dikarin derheqa helkirina wî cûreyîda xeberdin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button