Sereke

Dijmin stratêcîya xwe guhartîye:Arsrûn Hovhannîsyan bi hûrgilî raber dike

Opêrasîyonên leşkerîye hîmlî li Arsaxê bi sê alîyava tên mîyaserkirinê. Derheqa wê yekêda wekîlê wezîreta Erenîstanêye parastinê Arsrûn Hovhannîsyan wextê qisa tevî Spûtnîk Armênîyayê gotîye.
Komên dijmine dîvêrsîyon dicêribînin bikevine gunda û bajara, lê eskerê parastina Arsaxê dikare wana bide tunekirinê.
“Niha nava stratêcîya dijminda guhartin heye,ew hîmlî ne ku bi cêrgên têknîka leşkerîva êrîş dikin, yan bi tanka, yan bi tiştên mayîn, lê bi komên leşkerava êrîş dikin”,-Hovhannîsyanê daye dîyarkirinê.
Ewî serda zêde kirîye wekî li alîyê Arsaxêyî başûr-rohilatê wextê tunekirina komên azêrîyaye dîvêrsîyon, ermenî dighîjine açixîya. Bi xeberdana derheqa şerkarîya dijî dirona, Hovhannîsyan gotîye,wekî dinîyayêda tu kesîra li hev nayê ku bi temamî hemû dirona bidine tunekirinê.Hovhannîsyan gotîye,wekî tiştên usa dewletên mezinra jî li hev nayê, yên ku bona parastina baza leşkerî bi deha mecalên parastina hewê didine xebatê. Wî çaxî jî dîsa parastina sed selefî ya ji gelek dirona tune. Arsrûn Hovhannîsyan daye bawarkirinê, wekî piranîya têknîka Adirbêcanêye zirihkirî hatîye tunekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button