Sereke

Hêzên ermenî tabîyên xwe dane milahîmkirinê: Hovhannîsyan

Duh temamîya rojê hêzên Adirbêcanê û komên piştgirên wane têrorîst, opêrasîyonên êrîşkirinê berdewam kirine. Derheqa wê yekêda wekîlê wezîreta Ermenîstanêye parastinê Arsrûn Hovhannîsyan elam kirîye.
Bi gotina wî, li alîyê Bêrzorê û Başûr opêrasîyon hatine mîyaserkirinê. Bi gotina Hovhannîsyan, dijminra li hev nehatîye li alîyê Bêrzorê pêşda herin û hêzên ermenî tabîyên xweye li alîyê bakûr dane milahîmkirinê. Bi gotina Hovhannîsyan opêrasîyonên leşkerî usa jî li alîyê başûr berdewam kirine, li wan alîya komên azêrîyaye dîvêrsyîon hatine tunekirinê. Bi gotina Arsrûn Hovhannîsyan hêza dijmine êrîşkirinê şikestîye.Niha ew yek gelekî hêdî tê mîyaserkirinê. “Belê, şer dirêje, şer lez nîne, emê nava rojada ser nekevin, lê emê serkevin”,-Arsrûn Hovhannîsyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button