Sereke

Gelo motîvasîya Trampe parastina Êrdogan û HalkBank-ê kîjane?

Teşkîleta Tramp xelata 14 mîlîon dolara stendîye, bi meremê xebitandina navê Tramp, yê bona bircên Trampe li Stembolê.Olîgarxên azêrî jî mîlîon dane teşkîleta Tramp ku li Bekûyê wê yekê bikin.Lêkolînê daye dîyarkirinê,wekî parên teşkîleta Tramp li 119 hevaltîyên tirkada hene. “Cedandinên Tramp li ber wezîreta edaletê dîyarin. Wezîrtê qirar kiribû, li ser banka Tirkîyayêye dewletê HalkBank-ê îşê mehkemê bide vekirinê.Mehkem îdî qirar kiribû, wekî HalkBank-ê alî Îranê kirîye, ku ew ji sanksîyayên ŞAY-ê dûr bimîne. Gelo motîvasîya Trampe parastina HalkBank-ê kîjane?
431 mîlîon dolarê teşkîleta Tramp hene, garantîya kîjana Tramp bi xwe dide. Dema ku bacên Tramp bêne eşkerekirinê, wê zelalbe, wekî teşkîleta wî ji alîyê HalkBank-ê, yan jî bîznêsmênên tirkada tê fînansekirinê. Pevçûyînên berjewandîyên Tramp bona bêqezîyabûna Amêrîkayêye miletîyê encamên xirab dide.Ewî eskerê Tirkîyayê û cîhadîst teglîfî li bakûrê Sûrîyayê kiribûn, li kîderê xirabkarîyên mezin dijî kurda, ermenîya û mesîhîyên Sûrîyayê mîyaser kiribûn.Ewî usa jî çevê xwe li ser wê yekê girtine, ku îslamîst ermenî li Qerebagê kuştine.Ew usa jî dengê xwe nake, wextê Tirkîya dijî Yûnanistanê, Qibrisê û Îsraêlê derdikeve. Tramp berjewandîyên xwe ji berjewandîyên Amêrîkayêye miletîyê bilindtir hesab dike, dema ku derheqa pêwendîyên di navbera ŞAY û Tirkîyayêda xeberdan diçe. Lêpirsîn gerekê bide zelalkirinê, ku gelo kirinên Tramp bi êtîkî şaşin, yan xirabkarîne”,-serokê bernama înstîtûta zankoya Kolûmbîyayêye mafê mêriv, Dêyvîd Fîlîps miqala xweda nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button