Sereke

Rezedilvana emirkirina serok teribandine û pêra jî layîqî xelata bûne

Serokê Arsaxê Arayîk Harûtyûnyan îro rastî şerkarên komên rezedilvanîye ser navê fermandarên şerê Aprsaxêyî ewlin Vladîmîr Balayan û Şahên Mêgryan hatine. Bona mêrxasîya wan, serokê Arsaxê bi xwe ew xelat kirine. Berî xelatkirinê Arayîk Harûtyûnyan tiştekî balkêş gilî kir, ku çawa pênc endamên koma ser navê Vladîmîr Balayan çekdarê têrorîstê kirêkirî dîl hildane. “Dema ku Alêksêy Balayan êvarê minra têlêfon kir got, ku dixweze çawa şedetî dîlekî têrorîste kirêkirî bîne, min ew yek qedexe kirîye.Şebeqê seheta hevta, ewî minra têlêfon kir û got, ku me yek dîl hildaye”,-Harûtyûnyn gotîye. Nenihêrî wê yekê, wekî rezedilvana emirkirina serokê Arsaxê teribandibûn, lê Arayîk Harûtyûnyan ew xelat kirine.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button