H’emû nûçeSereke
Piştî nama serekwezîr şêwirdarî destpê bûne, Rûsîayê êdî gav avîtine
Şêwirmendê serekwezîrê Ermenîstanê, wezîrê Ermenîstanêyî parastinêyî berê, gênêral Vagarşak Harûtyûnyan, wextê qisa tevî “Haykakan jamanak”-ê (Dema ermenî) gotîye, wekî anegorî peymana Ermenîstanê û Rûsîayêye sala 1997-a îmzekirî, dema ku pêwîstî hebe Rûsîayê borcdarîyên xweye hindava Ermenîstanê biqedîne. Bi gotina Harûtyûnyan, piştî nama serekwezîrê Ermenîstanê êdî şêwirdarî destpê bûne. Nava encamên wanda wê cûrê tevbûna Rûsîayê û pêwîstîya wê yekê bêne qirarkirinê.
“Dêmek, hemû tişt anegorî wan qanûna pêşda diçe, anegorî halê pêşdahatî. Tiştekî nû nîne, ku alîyê rûsa gerekê gava biavêje, û Rûsîayê êdî ew gav avîtine”,- şêwirmendê Nîkol Paşînyanî sereke daye bawarkirinê.