Sereke

“Ez bi temamî û bi xwe cabdarîya vê qirarê hildidime ser xwe”:Paşînyan

Qirara derheqa teslîmkirina têrîtorîyada û îmzekirina wê elametîyê wî çaxî qewimîye,wextê ku seroketîya Ermenîstanêye leşkerî-sîyasî ra zelal bûye,wekî îdî nikarin halê nava şêrda bidine guhartinê.Derheqa wê yekêda serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan rûpelê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.
“3O-î salî dora hevraxeberdanên pirsgirêka Qerebagê xalek zelal bûye, ku gerekê pênc nehîyên Adirbêcanê bêne teslîmkirinê. Ez gerekê sala 2O18-a bihatama û min gerekê bigota cimetê. Min gerekê bigota yan pênc nehîya teslîm dikin, bêyî zelalkirina statûsa Qerebagê, yan jî gerekê şer hebûya. Min negotîye, çimkî berê ewlin min dixwest rîya hevraxeberdana biguharta, lê ya duem jî ewe, wekî cimetê wê yekêra qayîl nebûya”,-serekwezîr gotîye.
Bi gotina wî, wîra li hev nehat nava hevraxebrdanada guhartina bike. Paşînyan dibêje, wekî derheqa berdaxustinada ewî dikaribû pêşîya şêr cimetêra xeberda. Feqet cimetê dîsa nerazîbûya.
Heger salekê pêşda em qayîlbûna, ku me çend nehyî paşda bida, wî çaxî halê başbûya. Lê, kê wê li Ermenîstanê bawarîya xwe bianîya, wekî eva rîya raste”,-serekwezîr gotîye.
Bi gotina wî, heger qirara wî cûreyî bihata qebûlkirinê, wê usa derketa, wekî Ermenîstan bêyî şer teslîm dibe û ew yek bona Ermenîstanê tiştê qebûlkirinê nîbû.
“Ez bi temamî û bi xwe temamîya cabdarîya vê qirarê hildidime ser xwe”,-Paşînyan gotîye.
Bi gotina wî, esker bi qehremanî şer kirîye û hemû leşker mêrxasin. Ew dibêje, wekî piştî sala 2O18-a nava eskerda gelek werguhastin hatine kirinê, lê pêra jî qebûl dike, wekî ew hemû tişt bona şêr têrê nedikirin.
“Me nikaribûye mecalên ji îşên ruşetxwerinê berev bikira. Feqet ew yek nava progiramên medaye. Mera dimîne ku em li ser qewatbûna Ermenîstanê û Arsaxê xwe bidine merkezkirinê. Em ketine, lê em bi mêranî sekinîne heya xeta dawî û me qirar qebûl kirîye ku em paşê nekevine gelî”,-Paşînyan gotîye. Bi gotina serekwezîr gerekê dersa ji dîrokê hildin û pêşda herin. “Eva tragêdîya mezin e, şîna mezin e bona me, lê ez bawarim, wek Ermenîstan gerekê bijî, Arsax gerekê bijî”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button