Sereke

Piştî elametîya sêalî Adirbêcanê şeş meriv çawa dîl hildane: Alavêrdyan

Parêzera Ermenîstanêye mafên mêrive berê Larîsa Alavêrdyanê wextê mîtînga opozîsîyayê gotîye,wekî piştî elametîya derheqa agirbesta li Qerebagê, şeş meriv ji alîyê azêrîyada çawa dîl hatine hildanê. Ji wana du meriv yek 85, yek jî 75-salîne û pêra jî eyan nîne ku çi qewimîye. Ewê eşaretî daye hemû arsaxîya ku bi avtomaşînên xwe rê nekevin. “Roja îroyîn em nikarin bêjin ku çend merivên undabûyî, çend dîlên leşkerî hene”,- Alavêrdyanê gotîye. Bi gotina wê,teşkîleta wan, usa jî doranên wezîreta parastinêye anegor, înformasîyayên derheqa ermenîyên li Adirbêcanê berev dikin.Ewê gotîye,wekî hela hê gelek kêmasî hene, çimkî bi çi mêxanîzma agirbest tê xweykirinê û qewilên agirbestê çi cûreyîne wextê ku yek ji wana diteribîne.Hatîye ragîhandinê, wekî pêşda li ser rîya Stêpankêrtê berbi Martûtnîyê azêrîya çar ermenî girtine û ew yek piştî elametîya sêalî qewimîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button